Şevi sar in we dûman in tu natî
Gewrî we boqz dêl we jan in tu natî
Behar hatû qezel barîn tu natî
Le qalîyê teva bû çîn tu natî
Dayîk rûyan delûrînin tu natî
Sa te ra rê avreşîn in tu natî
Çêra şewtî çi dil şewtîn tu natî
Çi qe salan tu we xewn dîn tu natî
Yûsof hatin ru le kenan tu natî
Bowîn çavêne yeqûban tu natî
We pê mani le çaxûnan tu natî
Me golyê ermanan hûnan tu natî
Min go têy telve vi bara tu natî
Bişewtîn dil we vi wara tu natî
Zavê narê xwe navîtin tu natî
Daykan sa te hêstir rîtin tu natî
Le jûr dorne bûne zirwe tu natî
Zemîn bê te sa me têrwe tu natî
Xewû xewn u xîyal hatin tu natî
Hevalê me heval hatên tu natî
Le asmine bûka barê tu natî
Mida vaye bêwî carê tu natî
Je bîrî me çûye firîn tu natî
Me barê pişti çi în tu natî
Westyani je şînî herdê tu natî
Bexşî degrî de her perdê tu natî
Bexşî go neqlê kelmîşî tu natî
Je kolyan sa me dilbişî tu natî
Xêrnaq xwîne bilîr lale tu natî
Her ro bê te le me sale tu natî
Çîya je derdi te qûzûn tu natî
Çavêne kanyan we tozûn tu natî
Xowînê ÊWEZ le çi germe tu natî
Rêyê mêran te da wer me tu natî
Çîyê we bejnê bi tofan tu natî
We işqi te çiqe can dan tu natî
Ismaîl Hosêyn Pûr
[شعر کُردی | ..: کُرمانج سَرای :.. | صفحهٔ 4 صدا های طنز کرمانجی]
نویسنده و منبع | تاریخ انتشار: Sun, 08 Jul 2018 23:47:00 +0000